25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Têkeliyên navbera Malîziya û Kurdistanê xurtir dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke welatê Malîziyayê ku, ji Dato Hisam Mûsa endamê parlamentoya Malîzyayê û serokê komisyona neft û gazê û wezîrê berê yê ekonomî, Wan Zolkeflî û Şukrî Rehamn ji wezareta tûrîzmê a hikûmeta Malîziyayê pêkahtibû, kir.

 

Di civînekê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de, bi taybetî di warê sudwergirtin ji tecrûbe û şarezayîya Malîziyayê di tev warên avedankirin, pîşezaî, tûrîzim û zîraetê de, hat kirin.
 
Serokê dîwana civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê ji şandeya nêvan re behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê avadankirinê û ka çawa ew siyaset bûye sedema geşkirina aboriyê û pêşkeftina herêma Kurdistanê di tev waran de kir û daxwaz ji kompaniyên malîziyayî kir di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de rol bilîz in.

Şandeya mêvan jî rewşa aram û biîstîqrara herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, ew reşa aram faktrekî giringe ji bo hatina kompaniyên biyanî bo herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar