26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan piştevaniya doza gelê filestînî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Duhî li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Nezmî Hezurî konsulê Filestînê yê li herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û di civînekê de çend pirsên giring gotûbêj kirin.

 

Di civînê de, konsul Filestînê, serkeftina pirosesa hilbijartinên parlamnetoya Kurdistanê ku, di roja 21 îlona îsal de hatin kirin, pîroz kir û li hember wê yekê ku, rêjeyeke bilin ji hevwelatiyên Kurdistanê beşdarî di hilbijartinan de kir û ew hilbijartin di rewşeke aram de biêve çûn diyar kir. herwesa çandeya konsulxaneya Filestînê, ew kiryara terorîstî yaku, meha borî li bajarê Hewlêrê baregayê asayîşa Kurdistanî kirî aramnc, şermezar kir û rola saziyên emniyên Kurdistanê di eşkerekirina encamderên wê kiryara terorîstî, bilind nirxand.

 

Hezûrî sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, berdewam piştevaniyê li doza rewaya gelê filestînî dike.


Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser berdewamiya têkeliyên xurt û dîrokiyên navbera gelê kurd û gelê filestînî kir û amadeya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo hekariya dihel hikûmet û gelkê filestînî kir

Nûçeyên têkildar