Hikûmeta Kurdistanê kompaniyên xwedî kalîteyek bilind dixwaz e

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja çarşemiya 06.11.2013ê li bajarê Hewlêrê, digel Yeron Kîlderhaws berprisê ofîsa sefaretxaneya Holendayê a li herêma Kurdistanê civiya û di civînê de Mistefa tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Holendayê kir û daxwaz ji kpmoaniyên sektora taybet ya holendayî kir ku, beşdariyê di pirosesa sermayerazandinê de li herêma Kurdistanê bikin û beşdariyê di pêşangehên navdewletî yên Kurdistanê de bikin.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê tevî giringîdan bi têkeliyên digel civaka navdewletî, nuha hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyê bi wan kompaniyan dide yên ku, dikarin bi kalîteyeke bilind pirojeyan cîbicî bikin.
Mistefa tekîd li ser bilindkirina sewîyeya nûneratiya Holendayê li herêma Kurdistanê û sudwergirtin ji hebûna revenda kurdistanî li Holendayê ji bona pêşxistina têkeliyên di navbera her du aliyan de kir.
Berprisê ofîsa sefaretxaneya Holendayê a li herêma Kurdistanê behsa kar û xebatên ofîsa xwe yên di warê siyasî, aborî û pêşxistina têkeliyên diplomasî de kir û tekîd li ser beşdariya kompaniyên holendayî di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de kir




