26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Perlemanterên Kurdistanê sund xwarin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Piştî banga birêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bo kombûna xûla nû ya parlemana Kurdistanê, duhî çarşemê li Hewlêrê parlemana nû ya Kurdistanê yekemîn civîna xwe saz kir.

 

Kombûn bi sundxwarina parlemanteran dawî pê hat û diyarkirina serok parleman û cîgirê wî/wê bo kombûna dahatî hate paşxistin û kombûn bi vekirî hate hîştin. Herwiha li ser nerabûna ser pê û bêrêzîkirin li hember siruda neteweyîya ´´Ey Reqîb´´ ji alîyê parlemanterên komela îslamî kêşe di navbera parlemanteran de dirust bû.
 

Di destpêka civînê de parlementerê herî kal Muhemed Sadiq li ser lîsta partîya demokrata Kurdistanê (PDK) weke serokê demkîyê parlemanê hate hilbijartin û pişt re jî parlementerên xûla nû dest bi merasima sondxwarina qanûnî kirin.

 

Her di yekem civîna parlemanê de parlementerên ser bi fraksiyona komela îslamîya Kurdistanê di dema xwandina siruda neteweyîya ´´Ey Reqîb´´ siruda neteweyîya Kurdistanê nerabûne ser pêyan û li hember ewê yekê jî parlemanterên fraksiyonên din û bi taybetî parlamanterên PDKê bertekeke tund nîşan dan û ew yek bi bêrêzî bi miletê Kurd dan zanîn û tekez kirin ku siruda ´´Ey Reqîb´´ siruda neteweyîya Kurdane û pêywîste hemû alî rêzê lê bigrin.

 

Yek ji parlemanterên fraksyiona komela îslam Mela Hewraman Gêçneyî ku ji ber ´´siruda Ey Reqîb´´ nerabibû ser pê, ji rojnamevanan re ragihand, ku ji ber ewê ku di siruda ´´Ey Reqîb´´ de hindek wuşeyên kufrê hene, ew ji ber nerabûne ser pê û evê sirudê bi sirudeke niştîmanî nizanin.

 

Mela Hewraman Gêçneyî ragihand: ´´ev sirud li gel binemayên îslamê de yek nagire, çimku di beşekeê de dibêje ku dine me ayînê me her Kurdistane, lê dîn û ayînê Kurdistanê îslame.´´ Ewe jî li gor gotina ew melayê parlemanter ê ser bi fraksiyona îslamî ve ye.

Parlemanterê komela îslamî herwisa got:´´ Kurdistan jî niştîmanê me ye û pîroze li nik me, lê em sondê pê naxwin.´´

 

Di hember evê helwêsta parlemanterên komela îslamî û bêrêzîkirin bi şûnas û pîrozîyên gelê Kurdistanê de jî parlemanterên fraksiyonên din û bi taybetî fraksiyona PDK û YNKê nerazîbûn nîşan dan. Parlemantera PDKê Amîna Zikrî li ser helwêsta parlemanterên komela îslamî nerazîbûneke tund nîşan da û ragihand, ku ewa parlemanterên fraksiyona komela îslamî kirin, bêrêzîkirin bi pîrozîyên gelê Kurde û siruda ´´Ey Reqîb´´ di serdema komara Kurdistanê de li Mihabadê û di sala 1946 de û herwiha di serdema şoreşa Eylûl û sala 1970 de weke siruda neteweyî û sembola berxwedana gelê Kurd bi kar hatiye.

Nûçeyên têkildar