25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Baştirkirina rewşa penaberên Rojava berî hatina zivistanê hat gengeşekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Kerîm Şingalî wezîrê karûbarên navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ofîsa xwe ya li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke Neteweyên Yekgirtî (NY) ku, ji Nîkola Meladînov nûnerê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê û Sokol Kundî berprisê UNAMI li herêma Kurdistanê kir û di civînekê de hevahengiya navbera Îraq û Kurdistanê nirxand.

 

Di civînê de ku, Dîndar Zêbarî alîkarê berprisê fermangeha têkeliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewletî amade bû, nûnerê skreterên NY li Îraqê behsa sistema federalî li Îraqê, hilbijartinên sala bê yên parlamentoya Îraqê û rewşa emniya Îraqê û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybeyî hevahengiya li deverên kurdistaniyên derveyê îdareya herêma Kurdistanê, gotûbêj kir.

 

Nûnerê NY li Îraqê, helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li heber baştirkirina rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bilind nirxand û hêvî kir ku, zêdetir hevahengî digel hikûmeta herêma Kurdistanê hebe û her du alî xebatên xwe çir bikin ji bona pêş hatina demsala zivistanê rewşa penabewrên rojavayê Kurdistanê baştir bikin.

 

Ji aliyê xwe ve wezîrê karûbarên navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê ew hevkarî û hevahengiya di navbera hikûmeta Kurdistanê-wezareta navxwe û NY de ji bona pêşkeşkirina alîkariyan bo penaberên rojavayê Kurdistanê bi plêngaveke giring wesif kir.

Nûçeyên têkildar