Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl daxwaza hikûmeteke niştîmanî kirin

Duhî roja çarşemê li Hewlêrê her yek ji serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û cîgirê Serokê Kurdistanê Kosret Resûl Elî bo gengeşekirin li ser çend mijaran li hev civiyan.
Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl Elî di evê dîdarê de gengeşe li ser pêkanîna hikûmeteke niştîmanî, zû encamdana hilbijartinên parêzgehan û peywendîya Kurdistanê li gek cîhana derve û rewşa deverê kirin.
Di civînê de ku, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî tê de beşdar bû, behsa damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê hate kirin û Cîgirê Serokê Kurdistanê hêvî xwest di demeke nizîk de hikûmeteke berfe ya nîştimanî were damezrandin.
Di hember de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, me dixwazên tevahiya part û aliyên beşdar li parlemanê de, beşdariya hikûmetê bikin û ti aliyek mercên giran bo beşdarî kirina xwe di hikûmetê de pêşkêş neke.
Di beşeke din a evê civîna han de behsa pejrandina qanûna hilbijartinan li parlemana Îraqê de hate kirin û her du alî spasiya parlementerên Kurd yên li parlemana Îraqê de kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe hertim parlementerên Kurd li parlemana Îraqê de bi vê awayî yek helwest û yek deng bin.
Di dawiya evê civîna han de serdana dawî ya Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê jî hate nirxandin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe em weke hikûmeta Kurdistanê bibin xwedan peywendiyên baş bi welatên cîranê xwe re.




