Bi Serpireştîya Serok Barzanî Kurdên Rojavaya Kurdistanê Hevgirtinê Pêk Dihînin

Îro çarşem 11/07/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn serpereştiya wajokirina peymannameya Hewlêr ya li navbera Encumena Nîştimaniya Kurdê Suriye û Encumena Gelê Rojavaya Kurdistanê kir ku li gor peymannameyê desteyekî bilinda hevbeş li navbera her du aliyan de ya bi navê Desteya Bilinda Kurdî hate pêkanîn ku erkê wê danîna siyasetekî giştî û serkirdayetî kirina Kurdê Suriye ye li vê qonaxa çarenûssaza ku têda derbas dibin û tekez jî li ragirtina hemû cûre êrîşekî ragihandinê li navbera her du aliyan de hate kirin.
Serok Barzanî li gotarek de ji bo vê peymana dîrokî pîrozbahiya her du aliyan kir û daxwaz kir ku yek reng û yek helwest bin li beramber wan guhertinên ku li wî welatî da rû didin û pêdagîriyeke tevahî li mafên xwe bikin ku eve jî tenê bi parastina yekrêziya hêzên Kurdistaniyan û pêwendiya stratejiya li gel hêzên demokratiyên seranserê Suriye dibê.
Di bareya rêkevtina îro de endamê Encûmena Niştîmanîya Kurdên Sûrîyê Kawe Ezîzî taybet ji PNA re ragihand:" bi piştîvanîya xodayê mezin û bi hewl û serpireştîya serok Barzanî û dîwana serokatîya herêmê, êvarîya îro her du alîyên Encûmena Niştîmanîya Kurdên Sûrîyê û Encûmena Gel a Rojavaya Kurdistanê gihîjtine rêkevtinekê ku hêrişên ragiahndinî yên dij bi hev rawestînin û berovajîyê wê di hemû hewl û çalakîyekê de bi hev re yek deng û yek helwêst bin".
Kawe Ezîzî herwisa got, ku "Kurdên Rojava ber bi azadî û serxwebûnê ve pêngavan dihavêjin û ev rêkevtine jî pêngaveke girîng e".
Ezîzî weha jî da xuyakirin, ku li gor rêkevtina îro dê desteyeke bilinda Kurdî ji her du encûmenan pêk bihê ku dê ji 3 komîteyên ewlehîyê, xizmetguzarî û peywendîyên derve pêk bihê û dê endamên her du alîyan bi hevbeşî tê de kar û çalakîyan bikin û bi ewê çendê jî metirsîyên ser Kurd li Sûrîyê namînin.
Kawe Ezîzî herwisa got: "wek Encûmena Niştîmanîya Kurdên Sûrîyê em tekezî li ser pabendbûna tewaw a xwe bi evê rêkevtinê dikin, çimku heger pabendbûn bi evê rêkevtinê nehê kirin, dê rewşa gelê Kurd li Sûrîyê rastî metirsîyeke mezin bibe".




