26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Heta dawîya miha gulanê dê 300 çavdêrn navdewletî bihên Sûrîya

Çavkanî: Reuters

Emîndarê giştîyê alîkarê yê Neteweyên Yekbûyî bo oporasîyonên parastina aştîyê ragihand, ku ew dê heta dawiya vê mehê 300 çavdêrên navdewletî li Sûriya belav bikin.

Di evê derbarê de li gorî malpera " Rueters" Herve Ladsous ragihand, ku "heta niha 24 çavdêrên NY li Sûriya hene û ez pêşbînî dikim ku ew hejmar di maweya du heftiyên bê de zêdetir bibe.

Tevî ku hejmara çavdêran hindikin û dijwarî li Sûriya berdewame, lê bandora çavdêran xuyaye e û ji dema gihiştina çavdêran, topbarankirina hinek bajêran wek Himsê kêm bûye.

Ladsous weha jî aşkere kir, ku çavdêrên navdewletî dibêjin hêzên rejîmê û gropên opozisyonê, agirêbesta ku dibe bû ji 12ê nîsanê ve hatiba rawestandin, belê herdu alî eve hate bin pê dikin.

Li gorî biryara Encumena Asayîşa Navdewletî, biryar weha ye 300 çavdêrên leşkerî yên neçekdar û hejmarek pisporên sivîl li Sûriya belav bibin.

Heta niha, hikûmeta Sûriya 3 çavdêr ji ber nasnameya wan ret kiriye.