Mueyed Tayîp: ti şandeka Kurdistanî seredana Baxdadê nekirîye

Bêjedarê lîsta hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamenta Iraqê Mueyed Tayîp ret kir, ku şandeka Kurdistanî bo vekombûnê digel lîsta Hevpeymanîya Niştimanîya seredana Baxdadê kiribe.
Di evê derbarê de li gorî PNA, Mueyed Tayîp ragihand, ku ew nûçeyên ji dezgehên ragihandinê hatine belavkirin, ku dê şandeka Kurdistanî seredana Baxdadê bike, bo encamdana vekombûnê digel lîsta hevpeymanîya Niştimanî dûrin ji rastîyê û heta niha jî ti şandek weha nehatîye Baxdadê.
Di derbarê ewê şandîyê ku ji alîyê hevpyamenîya Niştimanî dihê Kurdistanê û digel berpirsên mezinên Kurdistanê re komdibe, got heta niha ti tiştekî weha bi awayekî fermî nîne.




