25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Emerîka sipasiya Serok Barzanî û berpirsên Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Ji ber pesend kirina qanûna hilbijartinên Iraqê ji aliyê parlemana Iraqa federal ve hikûmeta Emerîkayê sipasiya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê Kir.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Emerîkayê Joe Biden ragehand ku, îdareya Emerîkayê li hember pesend kirina qanûna hilbijartinan li parlementoya Iraqê de gelek kêfxweşe.

 Di daxuyaniyekî de ku, ji aliyê nivîsgeha Cîgirê Serokê Emerîkayê ve hatiye belavkirin, Biden eşkere kiriye ku, pesend kirina qanûna hilbijartinan gelek girîn e û bandoreke baş li ser rewşa siyasiya Îraqê dike lewre em weke Emerîkayê sipasiya Serok Barzanî, Malikî û Nocêfî dikin ku, karîn e bi hewldanên xwe derfet bo lihev kirina aliyên siyasî li ser vê proje qanûna han xweş bikin

Nûçeyên têkildar