26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlîyamenterekî Kurd: heger Hevpeymanîya Niştimanî dixweze çaksazîyan bike gerek Malikî biguhre

Çavkanî: KDP.info

Endamê parlîyamenta Iraqê yê bi ser lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî Qasim Muhemmed ragihand, ku heger Hevpeymanîya Niştimanî dixweze çaksazîyan bikem gerek Malikî biguhre, herweha jî got, " guftûgo kirin tenê dem kuştine".

Di evê derbarê de li gorî Rudaw, Qasim Muhemmed weha jî got, danûstandin û guftûgokirin û rêkeftin digel Malikî ti sûdek tê de nîne, belê tenê wext kuştine".

Herweha Muhemmed weha jî da nîşandan, ku Nûrî Malikî ti carî bi peymanan pabend nabe ji ber ku ezmûna me berê pêre heye û bi çendan rêkeftin me pê re kirîye, wek rêkeftina Hewlêrê û Mada 140 lê Malikî xwe ji evan rêkeftinan vedidize.
Di derbarê ewê şandîyê ku ji alîyê hevpyamenîya Niştimanî dihê Kurdistanê û digel berpirsên mezinên Kurdistanê re komdibe, Qasim Muhemmed weha got, ewan dixwezin ew du salên mane bi wext kujtinê derbaz bikin.

Nûçeyên têkildar