26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di warê saxlemiyê de peymanek navbera Almaniya û Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca zêdetir giringîdan bi warê saxlemiyê û pêşxistina sektora tendirustiyê li herêma Kurdistanê, wezareta tendirustiya herêma Kurdistanê û wezareta tendirustiya Elmaniyayê peymaneke lihevtêgihiştinê îmza kir.

 Di merasima îmzakirina peymanê de ku, duhî roja sêşemiyê 05.11.2013ê li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, Rêkewt Heme Reşîd wezîrê tendirustiya hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di ware saxlemiyê de îro gavek giring avêt.

 Li gor wê peymana lihevtêgihiştê a di ware saxlemiyê de di navbera Kurdistan û Elmaniyayê de, herêma Kurdistanê dê pizîşk û karmendên wezareta tendirustiyê, ji bona beşdarîkirin di kursên di ware saxlemiyê de, bo Elmaniyayê bişîne. Herwesa nexweşên giran ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyên almaniyayî bişîne. Her du wezaret dê hevkarî û hevahengiya di ware tendirustiyê de berdewam bin.

 Cîgirê wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta Elmaniyayê jî, di merasimê de peyvek pêşkeş kir û behsa giringiya peymana lihevtêgihiştinê a di navbera Kurdistan û Elmaniyayê de kir û got ev peyman ji bo tendirustiya herêma Kurdistanê gelek giring e û dê xizmeta hevwelatiyên Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar