Nêçîrvan Barzanî: Divê piroje bi kalîteyek baş bên dirustkirin

Hewlêr-KDP.info/ Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Îmade Ehemd, li bajarê Hewlêrê, civata bala ya sermayerazandinê civiya.
Di civînê de pirsên taybet bi warê sermayerazandinê û ew arîşe û astengiyên dikevin di rêya kertên berhemanînê de û çewaniya çareserkirina wan pirsan hatin gotûbêj kiirn.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de careke din tekîd li ser pêwîstiya liberçavangirtina kalîteya bilind a pirojeyên berhemanînê de kir û got ku, divê hindek standard û pîvanên taybet bi kalîteya bilind û çavderiyê hebin û mekanîzmek jî ji bo dûvçûna kalîteya baş û çavdêriyê hebe. Barzanî got jî ku, bi tu awayî rê nayê dan pirojeyên berhemanînê li herêma Kurdistanê li jêrî wan standard û pîvananên hatine destnîşankirî de bin.
Di civînê de biryar hat dan ku, komîteyeke taybet ji aliyên peywendîdar ji bona bi hûrgilî û bi awayekî zanistî li ser pirsa cîbicîkirina pirojeyên berhemanînê û kalîteya wan pirojeyan lêkolînan bike û wan pîvan û stnadardan diyar bike ku, li gor standard û pîvanên cîhanî bin û hûrgiliyên hemû pirojeyan, her ji dîzayîn heta cîbicîkiirnn û madeyên tên bikaranîn di avakirina pirojeyan de, di lêkolîna xwe de diyar bikin. Ew pîvan û standars li ser hemû pirojeyan yên mezin, sektora giştî, sektora taybet, avahî û heta avakirina xaniyekê normal jî bên cîbicî kirin.
Civata balaya sermayerazandinê biryar de xanî û şuqeyan, yên ku hevwelatiyan girêbestên kirînê digel şirket û komaniyan îmazkiriye, tapo bikin û li ser navê wan bikin. Herwesa tekîd li ser cibicîkirina pirojeyên xizmetgozarî yên di warê av, kareba, rê û cade, xwendingeh, nexweşxane û pirojeyên din hat kirin




