Rola rêxistinên mirovdost di warê pêşkeşkirina alîkariyan de ji rola welatan nekêmtir e

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê li bajarê Hewlêrê, digel şandeyeke pizîşkên bêsînor (MSF) a bi serokatiya Fabiyo Forcînî serokê ofîsa rêxistina MSF a li herêma Kurdistanê civiya û çand mijarên girêdayî warê saxlemiyê û rewşa tenduristiyê li herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Şandeya rêxstina pizîşkên bêsînor, di civînê de, behsa kar û xebatên xwe kir û got ku, hevahengî û hevkariya saziyên tendirustiyê li herêma Kudistanê bi rêxistina wan re di sweîyeyeke baş de ye û ew yek jî sedemê serkeftina karê wan e li herêma Kurdistanê.
Şandeya mêvan xwesteka xwe ji bona alîkarîkirin û dabînkirina pêdawîstiyên tendirustiyê bo koçberên surî yên li herêmna Kurdistanê nîşan da û rola hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşkeşkirina alîakriyan bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve xebatên rêxistina pizîşkên bêsînor li herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekîd li ser hevkarî û hevahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêxistina MSF re kir.
Mistefa got ku, rola rêxistinên mirovdost yên navdewletî di warê pêşkeşkirina alîkariyan de ji rola welatan nekêmtir e, ”sala 1991ê dema gelê me li herêma Kurdistanê koçbar bû, hîngê gelek rêxstinên mirovdost yên navneteweyî, yek ji wan rêxistina pizîşkên bêsînor bû, di hewara gelê me hatin.”
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, kirîza Sûriyeyê berdewam e û jiyana koçberan, eger civaka navdewletî bi awayekî zêdetir û çalaktir alîkariya wan nek, ber bi jiyaneke dijwar diçe. Mistefa tekîd li ser pabendbûna hikûmeta herêma Kurdistanê bi alîkarîkirina penaberên Sûrî yên li herêma Kurdistanê kir.




