Mesrûr Barzanî sersala Koçî li Misilmanan pîroz kir

Bi minasebeta hatina yekê Muheremê sersala nû ya koçî Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mislimanên Kurdistan,Îraq û Cîhanê kir ku, ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Di bîranîna koça şikûmend ya Peyxemberê mezin (silavên xwedê li ser bin) û hatina sala nû ya koçî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û Cîhanê dikim. Kurdistan navenda bihevre jiyan û lêbûrîna olî bûye û hêvî dikim ew çanda han li Kurdistanê de bihêztir bibe û herwiha hêvî dikim ew çanda han li Îraq û tevahiya Rojhilata Navîn yaku, navenda tevahiya olan e pêş bikeve û bihêztir bibe.
Careke din ew bîranîna han ya pîroz û şikûmend li tevahiya misilimanan pîroz dikim û hêvî dikim sala nû ya koçî bibe sala aştî û aramî li deverê û Cîhanê de.
Mesrûr Barzanî
Yekê muherema sala 1435ê koçî




