Muqteda Sedr: Encumena Îsnad ne qanûnîye

Muqteda Sedr serokê alîyê Sedr ragihand, ku li gorî qanûnê, ew çekdarên bi ser encumena Îsnadin qedexene û pêdivîye parlîyament di evê mijarê de vekolînê digel Malikî bike.
di evê derbarê de li gorî Xandan, Muqteda Sedr got, ev rêxistina han a bi navê encumena Îsnad yekser ji alîyê Malikî ve dihêne piştevankirin û ji budceya giştî bi milyaran Dînar jê re tê xerckirin.
Weha jî da nîşandan, ku ev encumena han di yek demê de paran ji encumenan werdigire û mûça hukûmetê jî heye, ji bilî evê çendê jî pişkek ji wan kevine Baasîne.
Weha jî got, ev çekdarên han li gorî qanûnê qedexene.
Tekezî li ser evê çendê jî kir, ku parlîyament ji vekolînkirina çawanyetîya xerckirina mûçeya çekdarên encumena Îsnad ji alîyê serokê hukûmetê.
Herweha dibêje, vekolînkirina Malikî ji alîyê parlîyamentê ve tê kirin.




