Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîya D. Mehmûd kir

Duhî roja sêşemê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya Dr. Mehmûd Meşhedanî Serokê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir.
Di evê kombûnê de, behis li ser karubarê giştî û pêvajoya siyasî û demokratî û ew tengasiyên ku dûçarî Iraqê bûne danustandina bîr û ramanan hat kirin.
Her li vê hevdîtinê de her du alî tekez li ser pêwîstiya cîh bi cîh kirina bendên destûr û wan peymanan kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke rîşeyî ji bo wan tengasiyan li navbera kutleyên siyasiyan hatiye îmza kirin.




