26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Misir: li encama şer û pêkdadana bi dehan kes hatin kuştin û birîdar kirin

Çavkanî: BBC

Îro çarşemê Jêderên pizişkî û ewledarîya Misrî ragihandin ku li encama pevçûnên navbera kesên nenaskirî û mangirtîyên hembera wezareta bergirîyê de, bi kêmanî şeş kes hatin kujtin.

Di evê derbarê de li gorî malpera "BBC", berpirsên ewledarîya ragihandin, ku pevçûnên dijwar kevte navbera hinek kesên nenaskirî û mangirtîyên hembera wezareta bergirîyê, yên daxwaza radestkirina desthelatê ji encumena bilinda hêzên çekdar a desthelatder dikin.

Herweha wezareta tendiristîya Misrî ragihand, ku zêdetirî 100 kesî di evê pêkdadanê de birîndar bûn.

Wek tê xuyakirin, ku pirranîya xwepêşanderan ji alîgirê "Selah Abo Îsmayel" nin yê ku ji alîyê komîta hilbijartina serokatîyê ji kêbirkêya hilbijartinê hatibû dûrxistin.

Ji alîyekê din ve xwepêşander "bermanîyên" partîya Niştimanîya desthelatdar a berê gunehbar dikin, ku wan hinek kes ragirtine cartên endametîya evê partîyê pê re bûn.