26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

UN Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xelat dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Ji ber hevkarî û xwedîderketina li koçberên Rojava yên li Herêma Kurdistanê, UN Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xelat dike.

 

Li gorî ajansa BasNewsê, berpirsê Peywendiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îbrahîm Semîn ragehandiye ku, dê berpirsê Yekem ê Komisyona Bilind a Penaberan (UNHCR) ser bi Neteweyên Yekbûyî William Bill bi mebesta xelatkirinê serdana dezgeha wan bike bo wan çalakî û hevkarîkirina ku di du salên borî de li Herêma Kurdistanê pêşkêşî koçberên Rojava kirine.

 

Îbrahîm Semîn wiha axifî: "Piştî merasîma xelatkirinê, her dû alî dê civînekê lidar bixin û rewşa koçberan were gotûbêj kirin, bi taybetî ku niha demsala zivistanê hatiye û pêdiviyên koçberan zêde dibin. Mebesta civînê jî ew e ka di dahatû de herdu alî çawa hevkariya koçberan bikin."

 

Her weha berpirsê Peywendiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn ku ofîsên wan li hemû kampên penaberan hene û got: "Rojane em li gor bername hevkariya koçberan dikin, çi di warê pêdiviyên jiyanê de û çi di mesela niştecihkirinê de. Wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tişta ji destê me were em ê pêşkêşî koçberan kir. Tişta peywendî bi UN ve jî heye, wê demê ew bi xwe dê bi karê xwe rabin."

Nûçeyên têkildar