26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rejîma Êranê di nava hefteyekê de 37 kurd bi darve kirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Li Êranê û Rojhelatê Kurdistanê bi taybetî di nava  6 rojên dawî de 37 welatiyên kurd hatin bi darvekirin.

 Hat ragihandin ku Rejîma Êranê cezayê bi darvekirinê li siyasetmedarê Kurd Arman Perûyzî yê xelkê bajarê Mihabatê û xwendevanê beşê mîmariyê li Zankoya Reşte biriye. Perûyzî  Sala derbas bûyî li gel çend kesên din ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin. Rejîma Êranê di 15’ê Hezîrana îsal de cezayê bi darvekirinê lê biriye. Li gorî Kampanya ya Paristina Girtiyên Siyasî û Civakî cezayê bi darvekinê lê hatiye birîn.

 Li gorî îstatîstîkên hatin tomarkirin ên ajansa Kurdpa, di nava 6 rojên dawî de 37 welatiyên kurd ên ji Êranê ku li girtîgehên Îranê tên girtin, hatin darvekirin. Ji tevahiya wan 37 kesên ku di 6 rojan de hatin darvekirin jê 11 ji wan kesan welatiyên Kurd bûn. Ji 11 kesan 2 kesên bi navê Hebîbullah Gulperî Pûr û Riza Ismaîlî yên siyasiyên Kurd ên li girtîgehên Ormî û Selmasê bûn.

 

Li gori îstatîstîkan ji 12'ê Gelawêjê heya îro, 224 hevwelatiyên Êranî bi sêdarê dane.

Nûçeyên têkildar