Obama bo Malikî: Dev ji perawêzxistinê berde

Ajans-KDP.info/ Serokê Wîlayetên Yekbuyî Emerîkayê Barak Obama cext li wê yekê kiriye ku çareseriya siyasî take rêye bo birêvebirna Iraqê û ji Malikî xwest ku dawî li siyaseta perawêzxistinê bîne.
Li gor ajansan, di nava civîna xwe li gel serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî, Barak Obama gotûbêja çawaniya berengarbûna rêxistina Qaîdê bike li gel Malikî axiviye ku di vê dema dawî de ew kiryarên terorîstî li Iraqê zêde bûne.
Obama ji Nurî Malikî re gotiye ew Iraqekî demokrat dixwazin û daxwaz jê kiriye ku dev ji siyaseta perwaêzxistina aliyên din yên di nava proseyê de berde.
Di beyannameyekê de jî ku ji aliyê herdu aliyan ve hatiye derxistin, tê gotin ku herdu aliyan lihev kiriye bo wêya di warê teçhîzatên leşkerî de Emerîka hevkariya Iraqê bike da li wan cihên dûr ku bûne pêgehên leşkerî yên El-Qaîde, bikaribe operasyonên leşkerî pêk bîne.




