Divê di Cinêv 2 de pirsa Kurdî bikeve rojevê

Ajans-KDP.info/ Encûmena Niştimanî ya Kurdî nameyek belav kir û di nameya xwe de tekez kirin ku divê pirsa Kurdî di Cinêv 2 de bikeve rojevê û ji bo Sûriya paşerojê jî federalîzm wek çareseriya herî maqûl tê destnîşankirin.
Nûnerê Navnetewî yê Sûrîyê Exder Ibrahîmî bangeke nû li opozîsyona Sûrî kir ku beşdarî li Kongreya Cinêv 2 pêşnîyarkirî bikin.
Ibrahîmî duh li bajarê Şam paytexta Sûriyê ragihand ku, bi bê beşdararbûna hevrikên Sûriyê ne gengaze e ku Kongreya Cinêv 2 pêk were.
Beriya beşdarîkirina di Kongreya Cinêv 2, opozisyona Sûriyê dixwazin ku serokê Sûrîyê Beşar Esed dest ji karê xwe berde.
Tê hêvî kirin ku Kongreya Cinêv 2 di dawîya vê mehê de bê encamdan.
Hêjayî gotinê ye ku, Ibrahîmî geşbîniya xwe dîyar kir ku cudabîrîyên heyî dê werin çareser kirin.




