26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xwepêşandana Nisêbînê rastî êrişa polîsan hat

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Xwepêşandana ku li Nisêbînê bi mebesta piştevaniya şaredara Nisêbînê, hatibû sazkirin, rastî êrişa hêzên polîs hat.

 

Duhî îna 1/11/2013 xwepêşandana ku li bajarokê Nisêbînî yê Bakûrê Kurdistanê bi mebesta piştevaniya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku 3 roj e li dijî lêkirina dîwarê navbera Nisêbîn û Qamişlo dest bi greva birçîbûnê kiriye, hatibû sazkirin rastî mudaxeleya hêzên polîs hat.

 

Ji ber bombeyên gazê û ava şid gellek xwepêşander û rojnamevan zirar dîtin

 

Li gor xelkê Nisêbînê ku ji KDP.info re ragehandin, li ser sînorê navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek bi mebesta piştevaniya Şaredara Nisêbînî Ayşe Gokkan hat sazkirin. Ayşe Gokkan 3 roj e li dijî lêkirina dîwarê navbera Nisêbîn û Qamişloyê bi tena serê xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye.

 

Hêzên polîs bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî xwepêşanderan kirin û ew ji hev belav kirin û ji ber vê di navbera xwepêşander û hêzên polîs de pevçûn derket. Polîs her wiha êrişî komek zarokên bajarokê Qamişlo jî kir ku aliyê din ên sînor kom bibûn.

Nûçeyên têkildar