26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Beşar kîkî: Encamderên karên tîrorstî li Mûsilê ji Sûriyê tên

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Serokê civata parêzgeha neyinewa diyarkir ku berî helbijartinên civatên parêzgehan, hevkariya pêdivî di navbera layenên îdarî û emnî li parêzgehê nebûye, eve yek ji egeran bûye barê emnî li parêzgehê ne cêgîrî bixove dîtî.


Beşar kîkî bo Evro got, piştî me postê serokatiya civata parêzgeha neyinewa wergirtî em li gel herdu layenan rûniştîn (parêzgerê neyinewa û fermandê operasyonên Neyinewa) bi heman mebest serok erkanê leşikirê Iraqê lîwa Babekir Zêbarî li rojên borî seredana parêzgehê kiribû û armanc ji hatina wî rê xoşikirin bûye di navbera fermandê operasyonan û parêzgerî û hatina wî dê kartêkirineka baş hebe li ser kawdanên emnî li parêzgehê.


Beşar kîkî xoyakir: " Heta nuke maytêkirinên siyasî dinav kawdanên êmnahyê da li parêzgehê hene, barê suriyayê jî kartêkirin li ser rewşa êmnahyê li Mûsil kirî ye û peqînên vê dûmahyê li Mûsil peydabûyin û pitiriya karên tîrorstî dijî vî xelkî ji layê wan kesên ji suriyayê dihêne nav îêraqê dihêne encamdan û ev kare bûyine hokar ku bizavên welatiyan yên medenî û abûrî kêm bibin û tirs ji kawadana peydabûye û çunke nuzanin li kîrê û kengî dê peqîn peydabe û ef kare bûye eger hemû cihên emnî di haletê amadebaşiyê dabin."


Serokê civata parêzgeha Neyinewa, aşkerakir jî ku di kumbûnên civata parêzgehê da behsê kawdanan emnî li Mûsil bi giştî hatî ye kirin û hindek deverên başurê Mûsil heta nuke bi deverên germ dihêne navkirin û seqamgîriya emnî lê berqerar nebûye, dîsa got, kiriyarên tîrorstî zêdebûyine û taybet xwe peqandin û bi pêdivî hate zanîn li demê du heftiyan da lîjna emnî ya parêzgehê bi hefkarî li gel lîjna êmnahyê li civata parêzgehê kumbûnan girêdan û hemû layenên êmnahyê têda amadebin li gel serkirdên leşikirî û rêyên çareseryê bihêne dîtin û biriyare li destpêka meha bihêt kumbûn bihênekirin û dê digiring bin.


Beşar kîkî bi giringî jî zanî layenên siyasî li parêzgehê nêzîkî yek bin, çunke têkiçûna barê emnî li parêzgehê, dê barekê nebaş bo hemûyan peyda ket.


Navibirî xuyakir ku ji bexda hatî ye xwastin bi rijdî bihêÜte dinav babetî da ji ber ku heta nuke bi tinê polîsên Mûsil Hemerên leşikirî û çekê pêdivî nîne li ser astê hemû Iraqê, û eve wê ramanê dide ku polîsên Mûsil bi hêz nekevin, lê armanca me ya serekî ewe li paşerojeka nêzîk polîsên Mûsil êmnahiya bajêrî werbigirin û leşker ji nav bajêran durikeve û biçe ser sinuran û karê xweyê serekî bike ku parastina sinurane, û wî demî maytêkirinê bikin heke jê bihête daxazkirin, zêdetir got, heke kawdan bi vî şêwey bimînin dê guhorîn di postên emnî da hênekirin û her guhorîneka di desthelata civatê da be, li ser astê parêzgehê dihêtekirin û yên di desthelata meda nebe, dê ji serokatiya civata wezîran hête daxazkirin ku hinde serkirdên leşikirî li parêzgehê bi guhore.

Nûçeyên têkildar