Xwendekareke Kurd li Hesekê hat kuştin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Xwendekareke Kurd a zanîngehê bi navê Dunya Mihemed Eşref Sîno li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hat kuştin.
Li gor çalakvanên mafên mirovan ku ji KDP.info re ragehandin, xwendekara Kurd Dunya Mihemed Eşref Sîno, duhî nîvroya roja sêşema 29/10/2013 dema ku ji zanîngehê vedigeriya mala xwe, li nêzîk xaleke kontrolê ya Artêşa Sûriyê hat kuştin.
Li gor wan çalakvanan, dema ku leşkerên rêjîmê gule berdane çend çekdarên li wê navçeyê de, gulek di sere wê de lêket û di cih de jiyana xwe ji dest da.
Dunya di 29ê çileya sala 1995an de li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye. Ew xwendekar sala yekê ya beşa endazyariya şaristanî li zanîngeha Firat li bajarê Hesekê bû




