Esed cîgirê serokwezîrê Sûriyê yê kurd Qedrî Cemîl ji ser kar dûrxist

Ajans-KDP.info/ Li gor nûçeya televizyona fermî ya Sûriyê, duhî 29/10/2013 Beşar Esed bi fermaneke serokayetiyê cîgirê serokwezîrê Sûriyê bo karûbarên aboriyê Qedrî Cemîl ji kar dûrxist.
Di fermana Beşar Esed de hatiye ku jiber ne amadebûna cîgirê serokwezîrê yê karûbarê aborî Dr. Qedrî Cemîl li ser karê xwe bi bê ruxest û ne rawestandina li ser erkê xwe di karûbarê aborî de ji postê wî hate efu kirin.
Herweha di fermana Esed de hatiye diyar kirin ku di ev şert û mercên zehmet ku welat têre derbas dibe li şûna ku li ser karê xwe bisekine çûye derveyî welat û bi bê agahdariya hikûmetê hin hevdîtin encam daye û karê xwe yê dazgehî û pêgeha giştî ya dewletê binpê kiriye.




