25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê deriyê sînor daxistiye nek Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne ku sînorê Pêşabûr ê navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdarên ser bi partîya yekîtîya demokratîk (PYD)ê ve hatiye daxistin, nek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve.
 

Wezareta navxweya hikûmeta Herêma Kurdistanê di beyannameyekê de, Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxistina sînorê navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê gunehbar dike.

 

Duhî sêşemba 29/10/2013 peyvdarek bi navê wezareta navxweya hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihanekê de ragihandiye, ku " hemû alîyên siyasîyên Kurdistanê ji ewê yekê agahdar dikeyn ku hêzên çekdarên ser bi PYDê ve sînor daxistine û rê bi hîç core hatûçûyekê nadin."

 

Di evê ragihanê de wezareta navxweya hikûmeta Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, ku hîç demekê ev sînor ji alîyê wan ve nehatiye daxistin. Di beşeke din a evê ragihanê de hatiye gotin:" di maweya çend heyvên bihorî jî de hîç demekê ev sînor ji alîyê Herêma Kurdistanê ve nehatiye daxistin û herdem bo mebestên mirovî vekirî bûye, heger hatibe daxistin jî, ewe ji alîyê hêzên çekdarên PYDê ve bûye."

 

Ev daxuyanîya wezareta navxweya hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî ewê çendê hat ku partîya yekîtîya demokratîk li ser navê Desteya Bilinda Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku piştş rê nehat dayîn ku Salih Muslim hevserokê PYDê bi rêya derîyê sînorîyê Pêşabûr an jî Sêmalka derbasî nava Herêma Başûrê Kurdistanê be, ew dê evî deriyê sînorî bi yekcarî dabixin.

 

Berî çend rojan berpirsên sînorîyên Herêma Kurdistanê rê ndabûn ku Salih Muslim hevserokê PYDê bi rêya sînorê Pêşabûr derbasî nav xaka Herêma Başûrê Kurdistanê bibe û PYDê ji ber rênedan bi Salih Muslim dergehê sînor bi yekcarî li ser xelkê û hevkarîyên mirovî jî de daxist. PNA

Nûçeyên têkildar