Kurdistan bi gel û hikûmeta xwe ve bi têkeliyên digel Îtaliyayê dilxweş e

Di çarçoveya çalakiyên pêşangeha Îraq Pirojekt ku, duhî li bajarê Hewlêrê hat vekirin, duhî bi amadebûna Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesazî, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û hijmareke berprisên warê bazirganî û pêşesazî yên kurd û îtaliyayî civîneke berfireh hat saz kirin.
Di destpêka civînê de, Karmelo Fîkara konsulê Îtaliyayê yê herêma Kurdistanê di peyvekê de got ku, herêma Kurdistanê di nav aramî û tenahiyê de dijî û giringe sud ji vê rewşa bi îstîqrara herêma Kurdistanê di warê sermayerazandinê de sud bê wergiretin. Konsulê Îtaliyayê yê herêma Kurdistanê got ku, berê piroblema vîzayê di navbera Îtaliya û Kurdistanê de hebû û ev piroblem jî hat çareser kirin û çavê Îtaliyayê li pêşkeftinê zêdetir e û di vê pêşangehê de 80 kompaniyên Îtaliyayî beşdariyê dikin.
Pişt re Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziyê yê herêma Kurdistanê di peyvekê de got ku, herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên aborî û bazirganî digel hemû welatan de hebe û di warê teknolojiyayê de sud ji pêşkeftinên cîhanî werbigire.
Çelebî tekîd kir ku, serok û serokwezîrê Kurdistanê hertim tekîdê li wê yekê dikin ku, divê têkeliyên baş di navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê de hebin û Îtaliya di warê teknolojiyayê de welatekî pêşkeftî û zengîn e û divê pireke saxlem a têkeliyan di navebra her du aliyan de hebe.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve di axaftina xwe de got ku, herêma Kurdistanê ji bo derbasbûna nav deverên din yên Îraqê deriyekî giring e. Mistefa got ku, eger li dîrokê bê temaşe kirin têkeliyên navbera Îtaliya û Kurdistanê tu carî rastî alozî û giriftariyan nehatine û tu carî şaş li hevdu têgehiştin navbera kurd û îtaliyan de dirust nebûye û herêma Kurdistanê bi gel û hikûmeta xwe ve bi têkeliyên digel Îtaliyayê dilxweş e.
Berprisê têkeliyên derve di berdewamiya axaftina xwe de got ku, herêma Kurdistanê di rewşeke aram de dijî û hikûmet jî dikare daxwaz û xwestekên xwe destnîşan bike û herêma Kurdistanê pêngav-pêngav ber bi pêşve diçe.
Serokê Yekêtiya Odeyên Bazirganîyên herêma Kurdistanê û cîgirê waliyê Silêmaniyê jî di vê civînê den peyv pêşkeş kirin




