Kurd ji hemû demekê zêdetir nêzîkê serxwebûnê ne

Ajans-KDP.info/ Pisporê siyasî yê Emerîkî li Encûmena Peywendiyên Derve ya Emerîkayê Steven Cook ragehand ku, Kurd ji hemû demekê zêdetir nêzîkê serxwebûnê ne.
Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Basnews de, Steven Cook, pisporê siyasî yê Emerîkî li Encûmena Peywendiyên Derve ya Amerîkayê ye. Her weha di warê polîtîkayên derve yên Emerîkayê li Rojhilata Navîn û bi taybetî Tirkiye û İraqê de pispor e. Cook hefteya borî serdana Herêma Kurdistanê kir û got: "Bi baweriya Cook, Kurd ji hemû demekê zêdetir nêzîkê bidestxistina serxwebûnê ne."
Derbarê serxwebûna Kurdan de Steven Cook dibêje: " Divê mirov berê xwe bide Kurdistanê bê ka di hundirê 19 salên borî de çi hatiye kirin û bizanê ku ew rastî her çêdibe. Ligel vêna jî ez qet şibhandin û hevbeşiyekê di navbera Hewlêriyek û Besrariyekî de nabînim û dema mirov berê xwe dide rewşê, hest dike ku ew xewn ji hemû demekê nêzîktir bûye bo Kurdan."




