Ibrahîmî: Beşar Esed dikare rolekê bilîze

Ajans-KDP.info/ Şandiyê navneteweyî û erebî, Exzer Ibrahîmî ragihand ku Beşar El-Esed dikare rolekê di qonaxa veguhêz de bilîze lê bêyî ku serkêşiya vê qonaxê bike.
Exzer Ibrahîmî ji Kovara Jeune- Afrique ya Fransî re got, beriya rêkeftina li ser çekên kîmawî , Esed kesekî cihê diltengiyê bû, lê piştî vê rêkeftinê ew bûye hevparek di pêvajoyê de.
Ibrahîmî ligel cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê, Fêsel Miqdad civiya û mijara kongreya Cenêvê guftûgo kir.
Şandiyê navneteweyî ku hêj li Sûriyê ye, gereke berfireh li ser hêzên navneteweyî û Herêmî encam dide da ku nêrîna xwe derbarê Cenêv 2 pêşkêşî serpereştyarên kongreyê bike.
Lê hinek aliyên opozisyona Sûriyê helwesta xwe li hember şandiyê Navdewletî û Erebî Exzer Îbrahîmî gurr dikin û daxwaza dûrxistina wî dikin.
Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Semîr Neşar ji rojnameya el-Şerq el-Wset re aşkere kir ku Encumena Niştimanî ya Sûriyê ( ENS) daxwaznameyek ji Hevpeymaniyê re şandiye ji bo ku ji Wezîrên Derve yên welatê erebî bixwazin, Îbrahîmî ji erkê wî wek şandiyê Navdewletî bê dûrxistin




