Kontirakta avakirina bendava Sibne-2 hat îmzakirin

Hewlêr-KDP.info/ Di çarçoveya pilana wezareta çandiniyê a hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê avakirina bendavan li herêma Kurdistanê, îro li dîwana wezareta çandiniyê li Hewlêrê kontirakta çêkirina bendava Sibne-2 di navbera wezareta çandiyiê a hikûmeta Kurdistanê û her kompaniyên cîbicîkar Zinar û Erdenîz de hat îmza kirin.
Sîrwan Baban wezîrê çandiniyê, Silêman Mihemed xwediyê kompaniya Zinar û Hebîb Denîz rêvebirê giştiyê kompaniya Erdenîz a tirkî girêbesta çêkirina bendava Sibne-2 îmza kir.
Wezîrê çandiniyê di axaftina xwe de got ku, em dê pilana xwe ya di warê çêkirina bendavan de li herêma Kurdistanê berdewam bin û dê hijmareke bendavan li deverên cihê yên herêma Kurdistanê bên avakirin.
Her du kompaniyên cîbicîkar jî got ku, ew amadene li gor girêbesta hatiye îmzakirin pirojeyê avakirina bendava Sibne-2 ku dikeve devera Amadiyê nêzîkî bajarokê Bamernê ser bi wîlayeta Duhokê, timam bikin.
Bendava Sibne-2 bi budceya 6,918,149,150 dînaran tê avakirin, 30 metir bilind, 321 metir dirêjî û 10 mitir firehî dibe. Bendav dikare 6,000,000 m3 avê kom bike û 1000 donem zevî av bide û dê di nava 750 rojan de bê timam kirin. Di heman demê de ew bendav dê bibe cîyekî tûrîstî.




