Pêşangeha Hewlêrê bi beşdariya 625 kompaniyan ji 27 welatan hat vekirin

Hewlêr-KDP.info/ Bi amadebûna hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşangeha projekt Îraq bo amêrê û teknîka bînasazî û parastina jîngehê li bajarê Hewlêrê hat vekirin.
Di merasima vekirina pêşangeha Projekt Îraq ku, duhî li hola pêşangeha li Parka Samî Abdulrehman li bajarê Hewlêrê birêve çû û Felah Mistefa berprisê têkeliyêln derve û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê jî amade bûn, Kameran Ehmed wezîrê avadankirinê di axaftinekê de got ku, vekirina pêşangehên navdewletî yên bi vê awayî ku, ev şeş sale li herêma Kurdistanê tê vekirin, derfetên baş ji bo sektora taybet û sektora hikûmî pêktîne.
Ehmed got jî ku, pêşangeh dikare bibe derfetek baş ji bo şirket û kompaniyên navxweyî ji bona encamdana pirojeyên hevbeş bi şirket û kompaniyên biyanî re û di heman demê de berhem, amêr û teknolojiya nû nas bikin.
Waliyê Hewlêrê jî bi vê minsibetê axivî û wî di axaftina xwe de got ku, pêşangehên bi vî awayî derfeteke başe bo hebûna kêbirkê di navbera wan kompaniyan de. Waliyê Hewlêrê got ku, li gor dîtina kesên pispor û şareza di warê pêşangehan de, pêşangeha navdewletiya Hewlêrê yek ji baştirîn pêşangehên cîhanê ye.
Di vê pêşangehê de Tirkiye bi 86 kompaniya û Îran û Îtaliya jî bi 80 kompaniyan beşdariyê dikin, herwesa gelek welatên din yên cîhanê, 625 kompanî ji 27 welatan beşdariyê dikin bi tyabetî di warê kareba û bînasaziyê de.




