26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dadgeha bilind encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesendkir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Dadgeha bilinda Kurdistanê piştî wenêrîna rexne, sikala û dozên li ser encamên hilbijartinên parlemana Kurdistan, biryara xwe ya dawî eşkere kir û encamên hilbijartinan bi fermî pejirand.

 

Duhî duşemê dadgeha bilinda Kurdistanê ragehand ku, piştî bi dawî hatina dema wergirtina rexne û dozan a li hember encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, Dadwerên dadgehê dest bi wenêrîna wan rexne û dozan kiriye.

 

Dadgeha bilinda Kurdistanê eşkere kir ku, piştî demeke dirêj ya wenêrînê îro desteya dadweran biryara xwe ya li ser encamên hilbijartinan eşkere kir û li gorî ew biryara han, dadgeha bilind encamên hilbijartinên parlemana Kurdistanê qebûl kiriye.

 

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku, ji aliyê dadgehê ve hatiye weşnadin hatiye nivîsandin ku, ti rexne anjî ti dozek li ser encamên hilbijartinan bandoreke wisa nekirine û encamên ku, ji aliyê komisyona serbixwe ya hilbijartinan ve hatibûn ragehandin ji aliyê dadgehê ve jî hatine pejrandin.

 

Nûçeyên têkildar