Balyozê Fransayê yê Îraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinan li serokwezîrê Kurdistanê kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî 28.10.2013ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Monsieur Denys Gauer Balyozê Fransayê yê Îraqê kir û di civînekê de çend mijarên giring û aktuel di rojevayê Kurdistanê, Îraq û herêmî de nirxandin.
Di civînekê de ku, konsulê Fransayê yê herêma Kurdistanê jî amade bû, Balyozê Fransayê yê Îraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li serokwezîrê Kurdistanê kir û wî ew hilbijartin bi pêngaveke giring ji bo herêma Kurdistanê û tevaya pêvajoya siysiya Îraqê wesif kir. Balyozê fransî got jî ku, rêjeya bilind a beşdarbûnê di pirosesa dengdanê de û sîstema lîsteya vekirî bo dengdanê derfetek giring bû ji bo hevwelatî bikare biryara xwe bide û deng bi kandîdê xwe bide.
Di civînê de pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa siyasî û emnîya Îraqê gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Balyozê Fransayê got ku, civaka navdewletî li hember têkçûna rewşa emnî li Îraqê dilgiran e.
Her du aliyan qanûna bhilbijartinên Îraqê ku, nuha li parlamnetoya Îraqê tê minaqeşekirin û neyekdengî li ser heye û encamdana hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di bihara sala bê de bêb kirin behis kir û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, pêwîste hilbijartinên parlamnetoya Îraqê di dema xwe ya qanûnî de bên kirin û ew hilbijartin bibin destpêka qonaxeke nû di siyaseta Îraqê de.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, ew kêfxweş e hijmareke zêde ya kompaniyên fransî li herêma Kurdistanê di warên cuda de kar dikin û piştgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên wan kompnaiyên fransî nîşan da. Serokwezîr got ku, herêma Kurdistanê pêwîstî bi îmkan û pisporiya kompaniyên mezin yên navdewletî heye daku, li gor siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di warê avadankirinê xizmetên zêdetir pêşkeşî hevwelatiyan bikin




