26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Endamekî Kurd: arîşeya petrolê mezintirîn arîşeya alîyên Sîyasî ye

Çavkanî: KDP.info

Endamê hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamenta Iraqê Şiwan Muhemmed Taha ragihand, ku arîşeya petrolê û gasê navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta navendî, mezintirîn arîşeya navbera alîyên sîyasî ne, ji ber vê ez daxwaz dikim ku ev arîşa han bi rêya destûrê û qanûnê bihê çareserkirin.

Di evê derbarê de li gorî El-somerîyeNews, Taha weha jî ragihand, ku arîşeya petrolê û gasê navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta navendî û hinek parêzgehên din, mezintirîn arîşeya navbera alîyên sîyasî ne.

Taha weha jî got, arîşeya mezin di evê çendê de ye ku Şehristanî wezîrê petrola Iraqê, herdem hukûmeta herêma Kurdistanê gunehbar dike, eve jî ti carî arîşeyan çareser nake, lê belê dibe ku bi rêya destûrê û yasa bihên çareserkirin.
 

 


 

Nûçeyên têkildar