Hoşîya Zêbarî: mafê Kurd e bibin xwedî dewlet

Duhî Hoşîya Zêbarî wezîrê derve yê Iraqê di hevîtinekê de digel rojnama Lemonde a Feransî ragihand, ku em wek Kurd ti arîşeya me nîne bi hukûmeta navendî re bimînin, lê belê cihê serbilindîyê ye ku hukûmeteka serbixweya Kurdan hebe, hêvî jî xwest ku ev hukûmeta han di evan demên nêz de were damezrandin.
Zêbarî behsa evê çendê jî kir, ku her çende em di hukûmeteka Erebî de ne, lê eve nabe astem bo xizmetkirina dosyaya Kurd.
Weha jî da nîşandan, ku Kurd neteweya duyem in piştî Ereban li Iraqê û mafê Kurdan e xwedîyê dewleteka Kurdî bin.
Wezîrê derve yê Iraqê tekez kir, ku herêma Kurdistanê dikare xwe ji Iraqê cuda bike û dewleteka serbixwe rabigihênin, lê belê niha dem ne li hev hatîye.




