26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsolê nû yê Amerîka nameyekî Serok Obama radestî Serok Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî  dûşem 09/07/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajêrê Selahedîn pêşwaziya birêz Poll Setfîn Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir.

Li kombûnê de, birêz Poll Setfîn ji bilî xwe nasandinê, xweşhaliya xwe destbikarbûna xwe ya wekî nûnerê welatê xwe li Herêma Kurdistanê da nîşanda û ragihand ku şerefekî mezine ji bo wî ku li Herêma Kurdistanê bê û bi hurî jî agahdarî dîroka gelê Kurdistanê ye û dizanê vî gelî çendîn qurbanî daye ji bo gihîştina bi rojekî wiha û hewl jî dide hebûnekî ber bi çavê Emerîkî li Herêmê da hebê û ew bi xwe jî bibê kanalekî raste rast ji bo veguhestina rastiya îro ya Herêma Kurdistanê û girîngîdaneke zêdetir bide û ewê li ser erdê Kurdistanê jî heye berev pêştir bibe. Sebaret bi Iraqê jî wê yekê ragihand ku welatê wî li gel Iraqekî Federal û Demokrat da ye.

Serok Barzanî pîrozbahiyê destbikarbûna rêzdar kir û hêviya serkeftinê li postê wî yê nû de xwest û amadehiya xwe jî ji bo hevkarî û hemahengiya berdewam ya bi navê serxistina karên wî û zêdetir pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de nîşanda û ragihand ku hebûna Konsolxaneya Giştiya Amerîka li Herêmê ji bilî wê yekê ku hêvî dibexşê xelkê Kurdistanê wan dilniya dike.

Heman demî de wan daxwazeke xurt heye li pêşxistina wan pêwendiyên ku li navbera her du aliyan da heye. Konsolê nû yê Amerîka nameyekî Serok Obama Serokê Amerîkayê radestî Serok Barzanî kir ku têda rêzdar tekez dike ku hevdû têgihiştinên di navbera her du aliyan herdem cihê girîngîdana wî ye û pêkve jî ji bo dabînkirina paşarojeke geş ji bo hemûyan kar dikin.

Nûçeyên têkildar