25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bi her du Konsolosên Fransayê li Iraq û Kurdistanê re civiy

Çavkanî: KDP.info

Şewirmendê Civata Ewlekariya Niştimanî ya Kurdistanê bi her du Konsolosên Fransa yên li Hewlêrê û Bexdayê re civiya.

Duhî li Selahedînê Şewirmendê Civata Ewlekariya Niştimanî Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi her du Konsolosên Fransa yên Hewlêr û Bexdayê re civiya.

Di destpêka civînê de Konsolosên Fransayê kêfxweşiya xwe ya li hember serkeftina prosesa hilbijartinên Kurdistanê diyar kirin û prosesa helbijartinê jî bi proseseke nimûneyî bo demokrasiya Rojhilata Navîn bilêv kirin û hêvî xwestin ku, perlementoya nû Kurdistanê di demeke nêz de dest bi karên xwe bike û kabîneya nû ya hikûmetê li gor daxwazên xelkê were damezrandin.

Konsolosên Franseyê ew yek jî eşkere kirin ku, Fransa baweriyeke bihêz bi serkeftina prosesa aramî û ewlekarî ya Kurdistanê heye û gotin: Li Kurdistanê de derfet bo teror û tundûtîjî tuneye û hewldanên derve nikarin rewşa aram ya Kurdistanê aloz bikin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî rewşa Iraq û deverê şîrove kir û ragehand ku, Kurdistanê piştgîriya rêbazên aştiyane yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverê de dike.

Derbarê kirîza Sûriyayê de jî birêz Mesrûr Barzanî got: " Hêvî dixwazim bi hevkariya welatên deverê û welatên cîhanî bilez gelê Sûriyayê ji kirîza han rizgar bibe."

Di dawiya hevdîtina han de her du alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Fransayê de kirin. KTV

Nûçeyên têkildar