26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Divê Turk piştevaniya dewleta kurdî bikin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Nivîser û vekolereka Turk diyar kir ku, heta dewleta Kurdî nehête avakirin li herêma rojihelata navîn û bi taybetî jî Turkiye aramî dirust nabe û avakirina dewleta Kurdî çi ziyana xwe bo Turkiye nîne û kurd û Turk dişên wek du dewletên cîran peywendiyên gelek baş li gel yektir dirust bikin û heta dewleta kurdî ava nebe pirsa Kurdî li rojihelata navîn nahête carekirin.


Nivîser û vekolera navdara Turk dikiture Nuray Mert diyar kir ew guhorînên li rojihelata navîn û bizavên ku ji aliyê hêzên kurdî dihênekirin hemû vê rastyê nîşa diden ku Kurdan divê dewleta xwe ava bikin û bêguman heke em bi rengekê zanistî berê xwe bideynê divê Turk piştevaniyê li avakirina dewleta kurdî bikin û got: "Pirsa Kurdî pirsa hemû dewletên rojihelata navîne û heta ew pirse nehête çarekirin devera me tena nabe, bi taybetî li Turkiye ku niha kurd bi rengekê mezin xwe rêkxistin kirîne û xebatê dikin heta pirsa kurdî nehête çarekirin û kurd dewleta xwe ava neken dê Turkiye di nava aloziyan da be û tena nabît, çunku ezmûnên sed salên borî vê rastyê baş nîşa me dide."


Dr. Nuray Mert diyar kir heke dewleta kurdî ava bibe Kurd û Turk dişên wek du dewletên cîran û gelên ku bi salane peywendiyên baş li gel yektir hene hevkariya yektir bikin û heke em berê xwe bideyne peywendiyên Turkiye li gel herêma Kurdistana Îraqê ew rastî baştir bo me aşikira dibe û got: "Ji ber hindê jî divê gelê Turkiye astengiyan li hember mafê kurdan dirust neken. Bo çî em piştevanyê li avabûna dewleta Felestînê dikin û me nevê Kurdên birayê me bibine xwedan dewlet? Ez bawerim bi avabûna dewleta Kurdî û çarekirina pirsa Kurdî dê Turkiye gelek bi hêz bibe û wê demê şer jî dê bi temamî ji holê rabe."


Nuray Mert di dawiya axivtina xwe de ew yek jî diyar kir ku, heta dewleta Kurdî nehête avakirin pirsa kurdî li deverê çare nabe û heke evroke jî nebe dê cîlên dahatî yên Kurdan bo avakirina dewleteka serbixwe xebatê bikin û heke em berê xwe bidine xebata niha ya Kurdan bo me aşikira dibe Kurd bo avakirina dewleta xwe xebatê dikin û bêguman ew yek mafê wan yê rewaye.

Nûçeyên têkildar