Awarebûn û tîrorkirina Kurdan li Mûsilê berdewame

Rojnama Evro/ Berpirsekê Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajêrê Mûsilê ragehand, tîrorikirin û awarebûna welatyên kurd li Mûsil berdewame û li heftiya borî de 80 xêzanên kurd awarebûyine û her li sala 2004 ê heta niha jî nêzîkî sê hizar welatiyên kurd li parêzgeha Neyinewa şehîd bûne, dîsa got, çekdarên tîrorst bi rêya peqandina 20 tirombêlên bombekirî gefan li îdareya parêzgeha Mûsil dikin û hêzên emnî û supayê Iraqê jî kefitîne di amadebaşiyê de.
Seyid Memûzînî, berpirsê ragehandina liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajêrê Mûsilê diyarkir ku, kuştin û awarebûna kurdan li bajêrê Mûsilê berdewame û li heftiya borî 80 xêzanên kurd pêk ve malên xwe li Mûsil barikirin û awarey deverên kurdî bûn û li dûv wan amarên li berdesê me, her li despêka tîrorikirina kurdan heta niha 2600 welatyên kurd li Mûsil hatine şehîd kirin jiwan 1500 kurdên şebek û nêzîkî 700 welatyên kurdên êzdî û 400 kurdên muslman ji layê giropên tîrorstî ve hatine şehîdkirin.
Seydî zêdetir got, giropên tîrorst gefan li îdareya parêzgehê dikin û eve çend rojeke çekdarên rêkixirawa qayde û giropên tîrorst li bajêrrê Mûsil dest bi livînan kirî ye û pêzanîn gehiştîne berdestê me ku tîrorst bi rêya 20 kesên xwekoj û tirumbêlên bombekirî gefan li dezgehên îdareya Mûsil dikin, lewma dezgehên emnî û supayê êêraqê jî li seranserî parêzgeha neyinewa kefitîne di haletê tengavyê da.
Her weha xuyakir, li sê rojên borî şerî di navbera tîrorst û supayê Iraqê de li hindek deverên Mûsil destpêkirî ye û heta niha çendîn çekdarên tîrorst û endamên hêzên emnî hatine kuştin, bi taybetî layê rastê yê bajêrrê Mûsil heta radekî li jêr kontirola çekdarên tîrorstdaye û kêmtir hêzên Iraqî li van deveran hene û giropên tîrorst hindek taxên bajêrrî kontirolkirîne û bacê li xelkê bazirgan û kargehên deverê werdigirin û dahatê wan bodemê heyivekê nêzîkî sê milyon dolarane, belê cadeyên serekî û layê çepê yê musil pitir li jêr kontirola supayê êêraqê û hêzên polîs û êmnahyê dane.
Memûzînî got jî, tîrorst dixwazin carekadî bajêrê Mûsilê kontirol bikin, çunku li roja 11/11/2004 ê giropên tîrorst hemû bajêr kontirolkiribû tinê baregayên hêzên kurdî nebin, belê ez di vê bawerê dame vê carê çekdarên tîrorst wekî cara berê neşên kontirola Mûsil bikin, çunku niha rewş ya hatî ye guhorrîn û cadên serekî bi temamî jilayê hêzên êraqî ve hatine kontirolkirin, tinê heke li hindek taxên bajêrrê bo demê çend demjmêrekan kontirol bikin.
Her bo agehdarbûn ji rewşa Mûsil, babekir zêbarî supa Salarê Iraqê li heftiya borî seredana hêzên supayê Iraqê li Mûsil kir û hemû berhevî hatinekirin bo parastina dezgehên hikûmetê ji hêrişên tîrorstan û hêzên Iraqî di berhevin herdemê ew 20 tîrorstên xwekoj hêrişê bikine ser baregayên îdareya Mûsil, dê hêzên supayê Îraqê bersiva wan bidin




