Reşnivîsa qanûna kar li Kurdistanê: Çênabe êdî mafê karkeran bê binpêkirin

Hewlêr-KDP.info/ Wezareta kar û karûberên civakî a hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, reşnivîsa qanûneke taybet bi kar li herêma Kurdistanê amadekiriye û pêşkeşî civata wezîrên Kurdistanê kiriye û piştî li civata wezîran tê minaqeşe kirin dê ji bo pesindkirinê ji parlamentoya Kurdistanê re bê şandin.
Wezareta kar û karûbarên civakî di daxuyaniya xwe de dibêje ku, ev yekemîn care di dîroka herêma Kurdistanê de qanûneke bi vî awayî ji bona rêxistina kar li herêma Kurdistanê tê amade kirin, û piştî encamdana çend WorkShop, civîn, semînar û wergirtina dîtin û pêşniyarên şareza û pisporên navdewletî, rêxistinên karê navdewletî (ILO) û şarezayên navxweyî reşnivîsa qanûna kar li herêma Kurdistanê ku, ji 148 madeyan pêk tê hatiye amade kirin.
Wezarerta kar û karûbarên civakî di daxuyaniya xwe de dibêje:
- Ev qanûn, qanûna kar, ji bo herêma Kurdistanê gelek giring e. Giringiya wê qanûnê di wê yekê de ye ku, ji nuha û pê de dê peywendiyên navbera karker û xwediyê kar li gor prensîpên aborî yên pêşkeftî bê rêxistin û çênabe êdî mafê karkeran bê binpêkirin. Ev qanûn ji bo karkeran piştevaniyeke mezin e û pêdawîstiyên sereke ji bo karker û xêzana wan dabên dike.
Li gor daxuyaniya wezareta kar û karûbarên civakî, ev qanûn mavên sinêleyan diparêze û ji bo her aliyê karê giran bi sinêleyan bike ceza diyarkiriye. Herwesa mafên wan dayîkên li sektora taybet kar dikin diparêze û pêdawîstiyên dayîkîniyê û sexbêrîkirina zarokên xwe û îcazeya daylîniyê dabîn dike.




