26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Romaniya û Kurdistanê besa vekirina xeta geştên asîmanîyên dîrekt di navbera her du welatan de kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê, Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Cakob Pirada sefîrê Rumaniyayê yê Îraqê û Mîheyta Anna konsulê nû yê Rumaniyayê yê herêma Kurdistanê  re civiya û çend pirsên giring û aktuel di rojeva Kurdistan, Iraq û hermî de minaqeşe kirin.

 

Di civînekê de ku, duhî roja şemiyê 26.10.2013ê, li avahiya fermangeha têkeliyên derve birêve çû, Mistefa got ku, têkeliyên navbera Kurdistanê û Romaniyayê di qonaxeke baş de ne û tekîd li ser siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê berfirehkirina bazineyê têkeliyan bi cîhanê re kir.

 

Her du aliyan behsa serdana vê dawiyê a şandeya herêma Kurdistanê bo Romaniyayê kir û ew serdan bi pêngavek baş ji bona zêdetir berfirehkirin û xurtkirina têkeliyên her du welatan di warê cihê de wesif kir.  Her du aliyan tekîd li ser mekanîzmeke minasib ji bona dabînkirina kursiyên xwendinê bo xwendekarên kurd li welatê Romaniyayê û vekirina xeta geştên asîmanîyên dîrekt di navbera her du welatan de kirin.

 

Rewşa siyasiya herêma Kurdistanê, rewşa siyasî û emniya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê yên parlamnetoya Kurdistanê, pirsa penaberên Sûrî yên li herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar