26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Davûtoglu û Zêbarî: Nabe ti aliyek mercan deyne pêşiya Jinêv 2 ê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Wezîrên Derve yên Iraq û Tirkiyê piştgirî dan civîna Jinêv2 a çareserkirina kirîza Sûriyê û ji rêjîma Sûriyê û opozîsyonê xwestin, nabe ti aliyek bi mercên xwe li pêşiya civînê astengiyan çêbike.

 

Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî duhî înê li Enqerê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê her du wezîran civîneke çapemeniyê saz kirin.

 

Ehmed Davûtoglu destpêkê axivî û diyar kir ku Tirkiye û Iraqê dixwazin kirîza Sûriyê bi rêyên aştiyane were çareserkirin nek bi şer.

 

Davûtoglu, Serokê Sûriyê Beşar Esed şiband serokê berê yê Iraqê Sedam Husên û wiha got: "Esed û Sedam Husên di kuştina gelê xwe mîna hev in û da zanîn, digel Zêbarî li ser civîna Jinêv 2 li hev kirine û xwestine Iraq di di amadekariyên civînê de rola xwe bilîze. "

 

Zêbarî jî ragihand, Iraq dixwaze li Sûriyê aştî pêk were û wiha got: "Di civîna Jinêv1 de Tirkiye û Iraq xudan rolek serekî bûn. Dê hewl bidin di civîna Jinêv2 de jî rola xwe bilîzin."

 

Hoşyar Zêbarî diyar kir ku ji bo ku civîna Jinêv 2 were lidarxistin nabe aliyên şerê Sûriyê mercan deynin pêşiya civînê.

Nûçeyên têkildar