Sed kompanî beşdariyê di konferensa navdewletiya tûrîzma Kurdistanê de dikin

Hewlêr-KDP.info/ Di preskonferensekê de hûrgiliyên sazkirina yekemîn konferensa navdewletî a di warê tûrîzmê de ku, biryare di rojên 17 û 18ê novemberê li Hewlêrê bê sazkirin, hatin diyar kirin.
Di destpêka preskonferensê de, Nadir Rostî peyvdarê konseya giştiya Tûrîzma herêma Kurdistanê got ku, gelek welatên biyanî beşdariyê di konferensê de dikin û ew pêngaveke daku, hijmareke zêde a tûrîstan serdana herêma Kurdistanê bikin.
Rostî got ku, di çarçoveya konferensê de dê gelek civîn û semînar bên saz kirin, kompaniyên beşdar hevdu nas bikin û pêşangeheke karên destî bo nasandina kultura kurdî û vekirina pêşangeheke fotografî li ser xwerist û cîyên tûrîstîyên Kurdistanê bên pêşkeş kirin.
Pişt re Ebdulrehman Doskî xwediyê kompaniya Pîro ku, serperiştiya konferensê dike di axaftina xwe de got ku, heta nuha kompaniyên ji welatên Tirkiye, Îran, Îmarat, Urdin, Libnan, Holenda, Qubris, Alamniya û Îraqê dê beşdar bin. Bi awayekî giştî nêzîkî 100 kompaniyan ji welatên cihê navên xwe tomar kirine.
Wekatê zanîn konferens dê di 17 û 18ê novembera îsal de dest bi kar û çalakiyên xwe bike û duyemîn kinferens dê di 27.09.2014ê dest bi karên xwe bike.




