Têkeliyên Swêd û Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ve

Hewlêr-KDP.info/ Bi minasibeta destbikarbûna wê weke berpirsa ofîsa sefaretxaneya Swêdê li herêma Kurdistan, Cesîka Sivardstrom serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwqazî kirin.
Di civînekê de ku, Suham cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve amade bû, Mistefa pîrozbahî li destbikarbûna bepirsa nû a ofîsa seferatxenya swêdê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê di karê wê yê nû de xwest.
Cesîka Sivadstrom ku, di heman demê de ew berprisa karûbarên sefaretxaneya Swêdê a lI Îraqê ye jî, di axaftina xwe de got ku, ew gelek kêfxweşe li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û hêvî xwest ku, ew bikaribe sewîyeya têkeliyên navbera Swêd û herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke pêşkeftîtir bibe.
Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexda, kirîsa siyasî û emnîya Îraqê, rewşa aloza Suriyeyê û pirsa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna Mistefa û Sivadstromê bûn. Mistefa tekîd kir ku, di warê însanî de divê civaka navdewletî zêdetir di hewara penaberên surî yên li herêma Kurdistanê were. Çunkî pêwîstiya penaberan bi hevkarî û alîkariyên zêdetir heye.
Her du aliyan tekîd kir ku divê têkeliyên navbera Swêd û Kurdistanê di warêaborî, kulturî, perwerde û rewşenbîrî de zêdetir ber bi pêşve biçin.




