26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Alîkariyên Rusiya bo penaberên Rojava gihiştin Hewlêr

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî roja sêşemiyê 22.10.2013ê yekemîn karwanê alîkariyên hikûmeta Rusiyaya federal gihişte Hewlêrê û ji aliyê Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Valerî Posîplov konsulê giştiyêl Rusiyaya federal li herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di merasima pêşwazîkirinê de, Kerîm Şingalê wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de sipasiya hikûmeta Rusiyaya federal ji bona wê alîkariyê kir û got ku, Rusiya yekemîn welat e ku bi awayekî fermî alîkariyan bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê dişîne.

Şingalî di axaftina xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê heta nuha pêşwazî li 235 hezar penaberên surî kiriye û li bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê akincî kirine û ”ev hijmara penaberan ji ber rewşa aloz û gefên grûpên terorîst berdewam di zêdebûnê de ye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî berdewam alîkarî pêşkeşî wan penaberan kiriye û heta nuha 60 milyon dolar ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve bo pêdawîstiyên penaberan hatine serif kirin.”

 

Wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê got ku, hikûmeta Kurdistanê dilgiraniya xwe gihandiye civaka navdewletî ku, weke pêwîst di hewara penaberên surî yên li herêma Kurdistanê de nehatine û di warê dabînkirina pêdawîstiyên jiyanê bo penaberan civaka navdewletî alîkariya hikûmeta Kurdiatnê nekiriye, lê hikûmeta Rusiya yekemîm welat e alîkariyan bi awayekî fermî digehîne penaberên surî li herêma Kurdistanê û hêvî kir ku, welatên din jî çav li Rusiyayê bikin û alîkariyan ji penaberan e bişîn in.

Konsulê giştiyê Rusiyaya federal li herêma Kurdistanê Valerî Posîplov di axaftinekê de got: ”Îro rojeke dîrokî ye di peyendiyên navbera herêma  Kurdistanê û Rusiyaya federal de.” Valerî got ku, Rusiya hertim di warê pêşkeşkirina alîkariyan bo penaber û koçberan li her cîyekê cihanê bin rol lîstiye. Rusiya ka çawa alîkariyên mirovî pêşkeşî penaberên surî li Libnan û Urdinê kirine, her wisa alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê jî dike.

Alîkariyên hikûmeta Rusiya ji 110 xîvet û nêzîkî 40 ton xwarin pêk tê

Nûçeyên têkildar