Ebdilhekîm Beşar bû cîgirê Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê

Ajans-KDP.info/ Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) 11 endamên xwe yên tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê dibin, diyar kirin.
Li gorî ku di malperên Facebook ê de hatiye belav kirin, di hilbijartinên encumena kurdî de ku duh li bajarê Qamişlo hatin kirin, partî wek partî û kesên serbixwe jî wek serbixwe xwe kandîd kirin.
Di encaman de, kandîdê Partiya Demokrata Kurd (El Partî) Ebdilhekîm Beşar bû cîgirê Serokê Hevpeymaniya Opozîsyinê.
Her wiha kanîdîdên Partiya Pêşverû û Partiya Yekîtî ya Kurd wê bibin endamên Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya opozîsyonê.
Partiyên ku wê di nava her heşt endamên din yên encumena kurdî ku wê tevlî Îtîlafa opozîsyonê bibin cî bigirin, evin:
Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd, Partiya Yekîtî ya Kurdistanê, El Partî baskê Nesredîn Ibrahîm, Partiya Wekhevî, Partiya Azadî baskê Mistefa Oso, Tevgera Çaksazî, Partiya Çep ya Demoqrat û her wiha kesatiya serbixwe Hêvaron Şerîf




