26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Bexdayê teqîn: Bi dehan kuştî û birîndar

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama êrîşeke xwekujî ya li dijî kafeyekê de herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 Li gorî agahiyên nexweşxane, li başûrê Bexdayê, ku piraniya şêniyên wê Şîane, duh êvarê êrîşeke xwekujî rû da 28 kes hatin kuştin û 42 jî birîndar bûne.

 Hêjayî gotinê ye, beriya du rojan di encama êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî ya li rojhilatê paytext Bexdayê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Nûçeyên têkildar