26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ti guhertin di encamên helbijartinan de çê nabin

Çavkanî: KDP.info

ewlêr-KDP.info/ Peyvdara Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan Sefa Musewî  eşkere kir ku, ew taneyên li ser encamê hilbijartinan hatine dayîn ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve dê yekalî bibe.

Jiber hebûna 40 taneyan li ser encamê hilbijartinan dihat pêşbînî kirin ku guhartin di wê encamê de bihata kirin, lê Peyvdarê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Sefa Musewî bo Malpera Xendan ragihand ku, 40 taneyên aliyên cûr bi cûr yên Kurdistan`ê bo Desteya Dadweriya Pêdaçûna Herêma Kurdistan`ê hatin kirin.

Her weha Sefa Musewî tekez kir ku: Desteya Dadweriyê di demeke diyarîkirî de dê encamê wê aşkere bike ku heyama wê 10 rojin ku ji roja Pêncşemê beriya Cejna Qurban`ê dest pê kiriye, lê rojên bêhnvedanê jê tên derkirin.

Di dawiyê de peyvdara Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan got: Nayê pêşbînî tê kirin ku tu guhartin di encamê hilbijartinan de bê kirin, ji ber ku tu taneyek metirsîdar têde nîne

Nûçeyên têkildar