26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

The Daily Star: Di demeke nêzîk de dewleta Kurdî tê ava kirin

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya The Daily Star ya çapa Libnanê, raporek derbarê rewşa Rojhilata Navîn weşandiye û dibêje: Li Kurdistanê de Kurd herêmek ji bo xwe ava kirine û têda bi aramî dijîn û wan peywendiyekî baş li gel dewrubera xwe de heye, û hêdî hêdî xwe nêzî ragehandina serbixweyiya Kurdistanê dikin.

 

Rojname balkişandiye ser wê yekê ku pêşketin û aramiya herêmê, sedema sereke ya nêzîkbûna Kurd ya serxwebûnê ye. The Daily Star nivîsandiye "Bi hebûna çavkaniyeke zêdeyê sirûştî û li nav wan de jî neft, her wiha hebûna pêwendiyekî baş li gel welatên dewruber bi taybetî Tirkiye, dibe sedema dirustbûna dewleta Kurdî li demeke nêzîk de bête holê.

 

Her wiha dinivîse, Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê di hevdîtina xwe ya li gel Ajansa Frans Press radigihîne "Herêma Kurdistanê mafekî sirûştiya xwe ye bibê xwedî dewlet, lê belê ew maf nabê bi tundutîjiyê bê, belku divê bi rêya sirûştî bê. Serokê Herêma Kurdistanê dibeje "Niha serdema têgihiştine, em jî piştgiriya diyaloga di navbera Kurd û welatên wekî Sûriye û Tirkiye û Êranê dikin.

Nûçeyên têkildar